Here naverokê

Tîmora Rojhilat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
República Democrática de Timor-Leste
Tîmora Rojhilat

Ala

Nîşan
Sirûda netewî: Pátria
Agahiyên gelemperî
PaytextDili
8°34′Bş 125°34′Rh / 8.567°Bş 125.567°Rh / -8.567; 125.567
Bajarê mezinDili
Zimanên fermîTetum, portûgalî
Sîstema siyasîKomarî
Serkomar
Serekwezîr
José Ramos-Horta
Taur Matan Ruak
DiravDolara amerîkî (USD)
DemUTC+9
Koda telefonê+610
Nîşana înternetê.tl
Rûerd û Gelhe
Rûerd
Giştî
Av (%)
14.874 km²
kêm
Gelhe
Giştî (2010)
Berbelavî
1.066.582 kes
71,71 kes/km²
Serxwebûn
Serxwebûn- 28'ê sermawezê 1975 rave kir.
- Di 20'ê gulanê 2002 de hat nasîn.

Komara Demokratîk a Tîmora-Leste, an jî Tîmora Rojhilat, welatekî li başûr rojhilatî Asya ji giravan pêk hatî ye. Navê dewletê bi fermî Timor Loro Sa'e tê nav kirin, ew tê mane "welatê Tîmora roj lê dibe ava". Bi portûgalî Tîmor-Leste jî tê maneya "rojhilat-rojhilat". Bi îndonezî timur rojhilat e, bi portûgalî leste jî wek wê dîsa rojhilat e.

Girava Timor di Komgirava Malezyayê de û li ser Giravên Sûnda Biçûk de ye. Li bakur rojavayê giravê Timor Derya Sawu, li bakur Derya Banda, li Başûr jî nevbara Awistralya û Tîmor de Derya Tîmor he ye. Tîmora Rojhilat li ser nîva rojhilatê giravê de ye.

Tîmora Rojhilat di sedsala 16'an de kolonîya Portûgalê bû û epê dem Tîmora Portûgalê dihat zanîn. Di 1975'an de Îndonezya dagir kir. Di 1999'an de UN pişt girt şunda Îndonezya jê gerî û di 20'ê gulanê, 2002'an de serxwebûna xwe dest xwe xist.

Ew tê bawer kirin ku Tîmor bi Komgirava Malezyayê va 40.000 selan ber îroj jiyanî bû. Dema Kolonîyan de portûgaliyan di sedsala 16'an de Tîmor kire koloniya xwe. Dema Şerê Cîhanî yê duyem de Holenda û Awistralyan ew dera dagirkirin jî li Şerê şunda portûgaliyan şinda saxa Tîmorê dest xwe xist. Di 1974'an de portûgaliyan dest bi vekêşandina giravê kir, di 28'ê sermaweza 1975'an de jî temam kir.

Bi piştgirtiya Amerîkayê, ji bo Tîmor nê kava bandêriya komunîst Çînê, Îndonezya di 7'ê berfanbera 1975'an de êrîşa Tîmorê kir. Di pûşperê 1976'an de wekî navçeya Îndonezya bi navê Timor Timur hat dane zanîn. Gerîllayên Tîmora Rojhilat Falintil ji bo serxwebûne di 1975'an de heta 1999'an bi Îndonezya re ceng kir. Dema Îndonezya di Tîmora rojhilat de bû ser 100.000 kesan re mirov hat kuştîn an jî di nexweşî û birçîtiyê de mir.

Paş di 1999'an de Portûgal, Îndonezya û DYA li hev hat şunda di 30'ê gelawêja 1999'an de bi piştgirtiya UN'ê li Tîmorê referandûm bû. Gel ji bo serxwebûnê deng da. Lê ji bo nevbara Îndonezya û gerîllayê Tîmor de ceng dewam dikir dijwarên ji bo aşitiyê ji aliya UN'ê ve hat şandina Tîmora Rojhilat. 20'ê gulana 2002'an de dewlet serxebû û di 27' rezberê de jî bû endama UN'ê.

Nifûsa Tîmora Rojhilat dora milyonek kes e. Gelê xwe bi gelemperî malayo-polynesiyan ne, lê li Tîmora Rojhilat 15 etnîkên ciyawazî hene. Malayo-Polynesiyanan koma herî mezin bi 100.000 kesî Tetun (Tetum) in. Li wan şunda bi 80.000 î Mambae, bi 63.000 î Tukudede, bi 50.000 î Galolî, Kemak, bi 20.000 Baîkeno tên. Li wan bêtir Melanazî (melanasish) jî bi 50.000 Bunak, bi 30.000 Fataluku, bi 70.000-100.000 Makasae hene.

Li Tîmora Rojhilat bi gelemperî zimanê tetum tê axaftin. Portûgalî jî zimanê fermiya jî encax bi %10'an gel tê axaftin. Li Tetum bêtir ew 15 zimanan din jî, zimanên netewî tê nas kirin; wetar, atoin meto, bekais, bunak, fataluku, galoli, habun, idalaka, kawaimina, kemak, makuva, makalero, makasae, mambai û tokodede.

Gelê Tîmora Rojhilat bi %95'an gel xiristiyan in. Li wan jî %92'an xwe katolîk, %3'an xwe jî protestan in. Li xiristiyaniyê bêtir misilman (%5), hindû û bûdî jî hêne.

Dirava Tîmora Rojhilat ocaxa 2000'î de dolara amerîkî ye. Bi dolara amerîkî ve di 2003'an de dirava xwe centavo-münzen jî tê bikaranîn. Lê ew tenê bi parê hesin tê bikaranîn, banknota centavo-münzen tune.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]