Nermalav

Nermalav an jî nivîsbarî, ji programên komputerê pêk tê ku talîmatên xebandina komputerê didin.[1] Nermalav di heman demê de belgeyên sêwiranê û taybetmendiyan jî vedihewîne.
Dîroka nermalavê bi pêşvêcûna komputerên tivilmanî di nîvê sedsala 20ê de girêdayî ye. Programên destpêkê bi zimanê makîneyê yê taybetî yê hişkalavê hatine nivîsandin. Danasîna zimanên programî di astekê bilind di sala 1958an de rê da rêwerzên ku ji aliyê mirovan be bêtir têne xwendin ku pêşvêçûna nermalavê hêsantir û veguhezbartir kiriye nav mîmariyên cuda yên komputeran de. Nermalava bi zimanekê programî ji bo ku li ser hişkalav mîmariyê were bi cih kirin, bi rêya berhevkar an wergêrek tê xebitandin. Bi demê re, nermalav ji ber pêşketinên di torê, pergalên xebitandinê, û danegehan de tevlihev bûye.
Nermalav dikare di du celebên sereke were dabeş kirin:
- pergalên xebitandinê: ku çavkaniyên hardware birêve dibin û ji bo sepanan xizmetan peyda dikin
- nermalava sepanan: ku karên taybetî ji bo bikarhêneran pêk tîne
Zêdebûna bikaranîna ewr (cloud computering) modela radestkirina nermalavê ya nû, nermalava wekî xizmetkar (SaaS), derxistiyê holê. Di SaaSê de, sepan ji aliyê dabînker ve têne mêvandar kirin û bi rêya înternetê têne gihîştin.
Pêvajoya pêşxistina nermalavê çend qonaxan dihewîne. Qonax sêwirandina nermalavê, programkirin, ceribandin, berdan û parastinê dihewîne. Piştrastkirina kalîteya nermalavê û ewlehî aliyên girîng ên pêşxistina nermalavê ne, ji ber ku çewtî û qelsiyên ewlehiyê dikarin bibin sedema têkçûnên pergalê û binpêkirinên ewlehiyê. Wekî din, pirsgirêkên qanûnî yên wekî lîsansên nermalavê û mafên milkê rewşenbîrî di belavkirina hilberên nermalavê de rolekê girîng dilîzin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Stair, Ralph M. (2003). Principles of Information Systems, Sixth Edition. Thomson. r. 16. ISBN 0-619-06489-7.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Nermalav de hene