Here naverokê

Dihok

Dihok
Dihok Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bajarên mezin
Dihok li ser nexşeyê
Map
Dihok li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Dihok
Dihok
Koordînat: 36°51′Bk 42°59′Rh / 36.850°Bk 42.983°Rh / 36.850; 42.983
WelatBaşûrê Kurdistanê
DewletHerêma Kurdistanê
Li beşa îdarîParêzgeha Dihokê
Paytexta
Bilindahî
565 m (1854 ft)
Nifûs
330.600 (2015) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda postayê
42001 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperduhok.gov.krd Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dihok[a] (bi tîpên erebî: دهۆک, bi suryanî: ܢܘܗܕܪܐ, Nohadra), bajarekî mezin ê Herêma Kurdistanê ye ku li devera Badînan e. Bajar navenda parêzgeha Dihokê ye. Li deverên îdarî ya parêzgeha Dihokê nêzîkî 1.500.000 nîştecih dijîn û li navendê jî derûdora 330.000 kesan dijîn. Dihok bi qasî 60 kîlometre ji sinorê Bakurê Kurdistanê dûr e. Bajêr di nav geliyeke berfireh û li nêzikî çemê Dihokê hatiye avakirin ku sê aliyên bajarî çiyayên bilind ve tê dorpêçkirin. Li jor Çiyayê Spî, li jêr Çiyayê Dehkan (Şindoxa), li rojhilat Çiyayê Mamsîn û li rojavaya wê, deşta Sêmêlê ye ku ji bo çandina dexil, dan û dikakî, axeke zêrîn heye. Parêzgarê niha yê Dihokê Elî Teter e.

Bajarê Dihokê navê xwe ji du peyvên kurdî digire 'du' û 'hok' wek baca du perçeyên ji sebata her karwanê ku pir caran genim û ceh hildigirt, girtiye.[1]

 Gotara bingehîn: Dîroka Dihokê

Dîroka beriya zayinê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mezopotamya û Kurdistan ew welatin ku cara yekem mirovahiyê dest bi jiyanê kiriye. Şeş hezar sal berî zayînê şop hatine dîtin ku mirovan li ser vê xakê dest bi jiyanê kirine gund û bajar avakirine û çandinî pêşxistine. Di cîhanê de ewil qesir û xan, çandûhûner, stran û helbest, zanyarî û teknîk li ser vê xakê hatine çêkirin. Bingeha xwe ya zanyarî ji dewleta sumeran digire. Dewleta sumeran li başurê Iraqê dewleta xwe avakirbûn. Dema mirov li diroka sumeran dikole, weke bingeha felsefeya jiyanê derdikeve pêşberî mirovan. Zanyarên Iro jî, ji xwe dewleta sumeran û hewildanên wan yên afirandêriyê, wek sumernasî yanî zanyariya sumeran, bi nav dikin. Sîstema bajarvanî, binesazî wek sistema cowên avê, perestgeh û temsildarên perestgehan ji aliyê sumeran ve hatine pêşxistin. Her wiha hunera nexş û nîgar ya destan ji aliyê heman dewletê ve ku di erdkolanan de peyda kirine, hatiye destpêkirin.

Işaretên zanyarî yek ji wan peydakirina xetên nivisa bizmarî ne. Cara yekem alfabe ji aliyê sumeran ve hatiye peydakirin. Bi hezaran tablet ên nivîsên li ser keviran hatibûn çêkirin ji aliyê arkeologan ve hatine bidestxistin. Her wiha di cîhanê de çîroka yekem ya bi navê Gilgamêş li Mezopotamya serdema sumeran di sala 2700 berî zayînê de hatiye nivîsandin. Bingeha qanûna îro ya cîhanê ji aliyê Hamurabî ve hatiye amadekirin û pêkanin. Li gorî lêkolînên zanistî, zimanê samiyan bingeha xwe ji zimanê sumerî digire. Zimanê erebî, îbrî, yê akadî û yê asuriyan ji heman familiyê ne.[çavkanî hewce ye] Li gorî pêşketina şaristaniyê jî, ev yek mirovan iqna dike. Yanî ev dewletene ber bi qontarên çiyayên Zagrosê ve sinorên xwe berfireh kirine. Li Başurê Mezopotamya qewmê samî wek sumer, akad, babil, asur; li bakurê Mezopotamya jî, qewmê arî wek gutî, ûrartû-nairî, hurrî, kasît, hîtît, mîtanî, mîdyayî û hwd wek şaristan serdemên xwe derbaz kirine. Van dewletan bi başî û xirabiyên xwe ve, bingeha medeniyêta îro ya cîhanê avakirine. Serdema herî dijwar, bi başî û xerabiyên xwe ve serdema babîl, asûran û medyayî dihê zanîn.

Asuran, li Mezopotamyayê di salên 1350ê berî zayînê de dewleta xwe avakirin. Serdema sêyem ku jê re dihê gotin ya 900 heta 612 berî zayînê, hemû biêriş, şer û cengê derbaz kiriye. Paytexta dewleta asûran Nînewa ye ku îro di nav sinorên bajarê Mûsilê de ye. Asûr di destpêkê de sinorên xwe li ser xaka Mezopotamya berfireh kirin.

Xilafetên îslamî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 641ê p.z. de, xilafên misilmanan gihiştinê Dihokê. Di sedsala 8em de, bajarê Dihokê di bin desthildariya sedeqiyan bû. Di sedsala 10em de, merwaniyan kontrola wê herêmê kirin, heta sedsala 12em ku li vir siwarên eyûbiyan vê bajarê îşxal kirin. Di sala 1236an de, Dihok bingehê mîrektiya dasnî de bû. Di sala 1533an de, Dihok ketiye kontrola desthildariya mîrektiya behdînanê ku mîrê wê Hesen Begê kurê Seyfedînî bû. Di sala 1842an de, di bin kontrola mîrektiya botanê bû ye.

Nexşeya mîrektî û eşîrên kurd di navbera sedsalên 13 heta 19an de

Yek ji behskirinên nivîskî yê herî kevin ya bajarê Dihokê de di kronîka farisî ya dawiya sedsala 15an a Kîtab-î Diyarbekiriyya ê Ebûbekir Tehranî de xuya dike ku di tomarên kampanyayên leşkerî yê aqqoyûniyan de behsa bajarê Dihokê dike.[2]

Bajar di sedsalên 13 an 14an de bi damezrandina eşîra Hekarî ya kurd tevlî mîrektiya kurd a Behdînê bû. Wekî ku Ewliya Çelebî di Seyahatname de dîtiye, mîrektî ji van beş pêk dihat: Akrê, Zaxo, Şîxoyî, Dihok, Zibarî û Mizûrî.[3]

Di sala 1820ê de, nivîskarê îngilterî Rich bajarê Dihokê wek bajarekî biçûk ku ji 300 malan pêk hatibû, wekî cihê sereke yê eşîra Doskî û heştê gundên din bi nav kir. Mîsyoner Henry Aaron Stern (1851) nifûsa cihêreng a Dihokê ku di nav wan de niştecihên cihû jî hebûn, dît.

Di destpêka Şerê Cîhanî yê Yekem de, brîtaniyan nûnerekî xwe yê bi navê Ehmed Azawî şandina Dihokê. Ev nûner heta ku hikûmeta Iraqê hatiye avakirin li Dihokê ma. Pişti ku hikûmet hatiye avakirin, di sala 1922an de Fetah Beg yê kurd wek berpirsyarê yekem yê Dihokê hat wezîfedar kirin. Piştî heman salan Dihok wek bajarokek biçûk mezin bû. Gundên derdorê jî Dihok ji bo xwe wek navendek bazirganiyê hilbijartin. Cihûyên Dihokê jî piştî ku Dewleta Îsraêlê hat sazkirin vegeriyan Îsraêlê û hin ji wan jî ji ber zordestiya desthilatdariya ereban koçî deverên din kirin.

Di sala 1929an de, nifûsa niştecî gihîşt nêzîkî 3,500 niştecihan ku piraniya wan kurd bûn. Ji 550 malbatan, 65 ji wan xiristiyanên sûryanî û 30 jî cihû bûn.[4]

Desthilatdariya ereban jî wek hemû Kurdistanê bi dehan salan hewldida ku kurd û asuriyên Dihokê jî asîmîle bikin. Ev yek bû sedem ku Şoreşa Îlonê hatiye destpêkirin. Şoreşa Îlonê ku ji salên 1960ê heta 1975an berdewam kiriye, tesîrek mezin di kurdewariyê li ser gelê Dihokê kir. Di sala 1969an de, Dihok wek bajarek navendî yê herêma Behdînan hat qebûl kirin. Piştî van salan zordestiya beesiyan zêde bû û xwestin ku Dihokê bikin Ereb. Hemû kesên ku gund û bajarokên wan ku ji aliyê desthildariya dîktatorî ve hatibûn xirabkirin û şewitandin, koçî bajarê Dihokê kirin. Pişti salên 1975an û vir de, bajarê Dihokê mezin bû û bû qesta her kurdek welatparêz ku rastî zordestiya desthilatiya rejîma Bexdayê hatibûn.

Di 31ê cotmeha 1991ê de, Zanîngeha Dihokê hatiye damezrandin.

Di 1ê nîsana 2025an de, di dema cejna Xab-Nisanê (sersala sûryaniyan) de ku li navenda bajarê Dihokê hatiye pîrozkirin, zilamekî çekdar bi teberekî dirûşmeyên îslamî yê radîkal diqîriya û êrîşiya sûryaniyên ku pîroz kirin, kiriye. Di encamê de kurekî 17 salî û jineke 75 salî birîndar bûn.[5]

Nexşeya êlên belavbûyî li Başûrê Kurdistanê

Li Dihokê digel navceyên wê Zaxo, Amedî, Sêmêl, Şêxan û gundên wê ji 1,5 milyon lê dijîn. Ji wan 90% misilman, 5% êzdî in û 5% fileh in.

Bajar ji komên etnîkî de cihêreng pêk tê ku piraniya wan kurd in, lê kêmneteweyên din asûr, ermenî û ereb in. Bajar her wiha bi deh hezaran penaberên ji Rojavaya Kurdistanê û kesên ji welatê xwe koçber bûne, dihewîne ku piraniya wan kurdên êzîdî û asûrî ne ku piştî ku DAIŞê bajarên Şingal û Mûsil, kontrol kir, reviyan.[6]

Du çem di navbera bajarê de derbas dibin. Yê yekê çemê Dihokê ye ku ji bakurê bajar têye, û serokaniya wê li nêzîkî gundê Xazyavayê ye û yê duyem jî çemê Hişkerû ye ku serekaniya wê jî ji rojhilata bajarê, li nêzîkî gundê Berêbuharê ye. Li ser çemê Dihokê, berî bigehî gelî, sikrekê avê hatiye çêkirin.

Bajarê Dihokê

Ji 22 heta 24ê îlona 2005an de, cara yekem li Dihokê festîvaleke çandî pêk hat ku nivîskarên kurd ji hemû welatan lê hatin vexwendin.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê (Duhok IFF) ji sala 2011ê vir ve li bajêr tê lidarxistin. Ev festîvala fîlman bi giranî fîlmên kurdî nîşan dide û xelat dide.[7]

Yaneya fûtbolê ya herêmî SC Dihokê niha di lîga fûtbolê ya herî bilind a Iraqê de dilîze. Di sala 2010ê de, yaneyê ji bo cara yekem di dîroka xwe de şampiyonî bi dest xist.

Şûnwarên kevnar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ An jî Duhok
  1. ^ "Duhok City". dhk-pti.com. Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2023.
  2. ^ Ebu Bekr-i Tihrani. Kitâb-ı Diyarbekriyye. Translated by Mürsel Öztürk. Ankara: Türk Tarih Kurumu, 2014, rr. 61, 157. ISBN 978-975-16-2752-0.
  3. ^ Bruinessen, Martin van (1 kanûna paşîn 2000). "Kurdistan in the 16th and 17th centuries, as reflected in Evliya Çelebi's Seyahatname". The Journal of Kurdish Studies 3 (2000), 1-11 – bi riya www.academia.edu.
  4. ^ Zaken, M. (1 kanûna paşîn 2007), "Chapter Three. Dohuk", Jewish Subjects and Their Tribal Chieftains in Kurdistan (bi îngilîzî), Brill, rr. 79–96, doi:10.1163/ej.9789004161900.i-376.24, ISBN 978-90-474-2212-9, roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2023
  5. ^ Clements-Thrower, Antony (3 nîsan 2025). "Man with axe screams ISIS slogans as he attacks Christians attending festival". Daily Mirror (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 tîrmeh 2025.
  6. ^ "International aid for IDPs and refugees in Duhok decreasing". Kurdistan 24. 24 hezîran 2022.
  7. ^ s.r.o, Appio Digital. "Duhok International Film Festival | DOKweb". dokweb.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
  8. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 17 gulan 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 19 adar 2009{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Dihok de hene